• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Bazirganî ya Swêdê Xatû Iva Burling Civiyan

Gulan Media April 19, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî û Wezîra Bazirganî ya Swêdê Xatû Iva Burling Civiyan
Duh li Hewlêrê, birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Wezîra Bazirganî ya Swêdê Xatû Iva Burling kir.

Di destpêka hevdîtinê de Xatû Iva bi minasebeta destbikar kirina Nêçîrvan Barzanî û kabîneya nû ya Hikûmeta Kurdistanê pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Çavkanî di dirêjahiya axaftinên xwe de armanca serdana xwe ya ji bo Kurdistanê bo birêz Nêçîrvan Barzanî rave kir û ragihand ku, weke Swêd dixwazin peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re di her warî de bihêztir û berfiretir bikin.

Xatû Burling di berdewamiya axaftinên xwe de pesna rewşa baş û biewle ya Kurdistanê da û hêvî xwest ku, Kurdistanê hertim berbi pêş ve biçe û hertim di geşesendinê de be.

Wezîra Bazirganî ya Swêdê ev yek jî diyar kir ku, niha li Kurdistanê de çendîn kompaniyên Swêdê kar dikin lê em weke Hikûmeta Swêdê hewldan û liv û tegerên xwe bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re hîn ektîftir dikin û vekirina nivîsgeha Konsulusxane û Akademiya Swêdê pêngavên me yên cidî ne bo bihêztir kirina peyvendiyên han.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Nêçîrvan Barzanî jî jiber vekirina nivîsgeha Konsulusxane û Akademiya Swêdî li Hewlêrê de spasiyên xwe pêşkêşî Hikûmeta Swêdê kir û balkêşande ser derfet û qanûna karkirinê li Kurdistanê de û got; li Kurdistanê de rewş bo hêlbirîn û beşdarî kirin di prosesa awedan kirina Kurdistanê bo kompaniyên Biyanî bi taybetî kompaniyên Swêdî gelek baş û goncawe.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê di berdewamiya axaftinên xwe de tekez li ser vê yekê jî kir ku, Hikûmeta Kurdistanê girîngiyeke taybetî dide geşe pêdana abûrî û abûriya azad.
Top