• Friday, 06 February 2026
logo

The Sunday Times: ´´Petrol Kurdan ji Xewna Serbixweyîyê Nêzîk Kiriye´´

Gulan Media April 18, 2012 Nûçe
The Sunday Times: ´´Petrol Kurdan ji Xewna Serbixweyîyê Nêzîk Kiriye´´
Govara ´´The Sunday Times ´´ a çapa Brîtaniyayê di raportekê de weha ragihandiye, ku rêjeya berhemanîna petorla Kurdistanê ji 2000 bermîlan ve gihîjtiye 250 hezar bermîlan û dahatê wê jî çendîn miliyoner û miliyarder dirist kiriye.



Heftenameya ´´Bas`` a çapa Hewlêrê di hejmara îro sêşembîyê ya xwe de weha nivîsîye:´´ Sundat Times, di raporta 5 rûpelî ya xwe de ronahî xistiye ser werberhênan û hinardina petorla Kurdistanê û dibêje, ku berhemanîn û hinardina petrola Kurdistanê ji ´´Teqteqê´´ ve dest pê kir û çend weberhênerek di jêr sîbera ewê projeyê de bûne miliyoner û miliyarder.

Babeta Heftenameya ´´Bas`` weha jî berdewam dike:´´ îro Kurdistan di geşbûneke aborî de dijî û rewşa Kurdistanê ji nawçeyên dinên Iraqê baştire û nimûneya wê jî ewe ye ku li Kurdistanê akincîyên wê, 24 demjimar kehreba hene û akincîyên Bexdadê tenê 4 demjimêr kehreba digihîje wan.´´

Li gor heman jêderî, ´´The Sunday Times´´ ji zarê raporteke ciyolojî ya Amerîkayî ve dibêje: ´´ herêma Kurdistanê xodanê 45 Biliyon bermîlên petrolê ye û hinardeya petrola Kurdistanê rojane ji 2000 bermîlan ve bo 250 hezar bermîlan di rojekê de bilind bûye û dahata heyvaneya wê digihîje 900 miliyon dolarên Amerîkayî.´´

Heman raport dibêje: ´´bi sedan miliyoner û çend biliyonerek bi hinardina petorla Kurdistanê û bi taybetî jî petorla bîra ´´Teqteqê´´ çê bûne.´´

Li gor nûçeya heftenameya Bas, ev govara çapa Brîtaniyayî di beşekî dinê raporta xwe de basa dîroka Kurdistanê kiriye û weha daye xuyakirin:´´ Kurd wek mezintirîn neteweya bê dewlet a cîhanê, bi destê Seddam rastî komkujîya Enfal û karesata kîmyabarankirinê bûye. Piştre bi raperînê ji dest rejîma Beisî rizgar bû û herêma Kurdistanê hat damezrandin.´´

Di heman raporta ´´The Sunday Times´´ de pisporeke biwarê petrolê yê Brîtaniyayî dibêje:´´ samana petrolê wisa kiriye, ku Kurd ji bi dest ve anîna xewna dewleta serbixwe nêzîk bibe.´´
Top