Erdogan ligel Barzanî dicive
Sibe Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ji Amerîka vedigere Tirkiyê û wê ligel serokwezîrê Tirkiyê Erdogan û wezîrê derve Ahmed Davutoglu bicive. Hevdîtina navbera Erdogan û Barzanî de sibe saet 14.00an li ofîsa serokwezîr a li Dolmabahçeyê tê kirin. Tê çaverêkirin ku mijarên di rojevê de û pêşveçûnên dawî yên li İraq û herêmê bên gotubêjkirin. Herwiha tê gotin ku wê di hevdîtinê de bûyerên li Sûriyê jî bên nirxandin. Herwiha wê di hevdîtina dualî de li ser rewşa cîgirê serokkomarê İraqê Tariq Haşimî jî bê axaftin.
Rojnameya Tarafê jî belav kir ku yek ji mijarên serekî yên serdana Barzanî, çek danîna PKKê û konferansa Kurdî jî heye.
Tê îdiakirin ku wê Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, cîgirê serokkomarê İraqê Tariq Haşimî jî ligel xwe bêne Herêma Kurdistanê.
