• Friday, 06 February 2026
logo

Peyvdarê Yekgirtû: Yekgirtû li Gel Helwêsta Niştîmanîya Herêma Kurdistanê Ye

Gulan Media April 18, 2012 Nûçe
Peyvdarê Yekgirtû: Yekgirtû li Gel Helwêsta Niştîmanîya Herêma Kurdistanê Ye
Peyvdarê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê di bareya arîşe û giriftên navbera Hewlêr û Bexdadê de dibêje, ku heger ew li ser arîşeyên navxweyîyên Kurdistanê bibin du alî, belê di bareya pirsên niştîmanî de, li gel helwêsta niştîmanîya herêma Kurdistanê ne û heman helwsêt hene.


Selahedîn Babekir peyvdarê fermîyê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê di evê bareyê de ji PNA re ragiahnd: ´´ di bareya evan arîşe û giriftên ku îro di navbera herêmê û Bexdadê de hatine pêş, em hevhelwêstîn li gel helwsêta niştîmanîya herêma Kurdistanê û her ji evî dîtinê ve piştgîrî ji evê şandeya bilinda herêm dikin, ku biryar weha ye bo guftûgokirin li gel Bexdadê bihê danîn, da ku bi rêya dan û standinê arîşe bihên çareserkirin.´´

Peyvdarê Yekgirtûyê weha jî got: ´´ em li ser evê bawerîyê ne, ku heger em di nav xwe de li ser arîşeyên navxweyîyên herêma Kurdistanê bibin bi du alîyên opozisiyon û desthilat tişteke asayî ye û ev tişt beşek ji prosesa demokrasîyê ye, belê bo pirs û mijarên niştîmanî û neteweyî, em wek Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê herdem li gel hemû hêz û alîyên siyasîyên herêma Kurdistanê hevhelwêst bûyîn, çimku li gor me, gerek em bi yekhelwêstî rûbirûyê arîşe û qeyranên li gel Bexdadê bibîn, çimku evane pirsên niştîmanî û neteweyî ne û pêywîste hemû alîyek ji me li ser wan tiştan hevdeng û hevhelwêst bîn.´´
Top