Bakirhan: Mixetabê ku Ocalan 40 sal in lê digeriya hatiye avakirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan derbarê pêvajoya çareseriyê daxuyaniyên Serokê MHPyê Devlet Bahçelî bi rengê "ezberşikên" bi nav kirin û ragihand ku êdî berpirsyarî li ser milê desthilatê ye.
Tuncer Bakirhan got: "Mixetabê ku Ocalan 40 sal in lê digere û nedidît, îro hatiye avakirin.
Ev mixetabî bi îradeya Birêz Erdogan û nêzîkatiya Birêz Bahçelî ya ku dîwaran hildiweşîne derketiye holê."
Tuncer Bakirhan ji malpera Nefesê re axivî û gotinên Bahçelî yên "Heta Anadol digihe hizûrê biryara me zelal e" wekî gotinên xwedî girîngiyeke dîrokî nirxandin û got:
"Serokê partiya damezirîner a neteweperestiya Tirk cara yekem bi vê wêrekiyê perspektîvekê datîne holê. Qîmetê vê yekê bi gotinan nayê pênasekirin."
"Dema dadperwerî û demokrasiyê ye"
Bakirhan destnîşan kir ku helwesta Bahçelî ya li ser pêvajoyê rê vekiriye û diyar kir ku qonaxa piştî vê divê bi hiqûq û demokrasiyê bê hûnandin:
"Birêz Bahçelî qeşayên heyî helandine û dîwar hilweşandine. Niha dema wê yekê ye ku ev rê ji bo hemû Tirkiyeyê bi hiqûq, dadperwerî û demokrasiyê bê raxistin.
Heta erdnîgariya me digihe aştiyê, îradeya sindoqan tê naskirin, girtiyên siyasî azad dibin û gel digihe biharê, gotina me jî zelal e."
Bakirhan destnîşan kir ku pêkanîna vê perspektîvê êdî berpirsyariya desthilatê ye.
"Nîqaşa herêma otonom nîne"
Bakirhan angaştên parçekirina Tirkiyeyê bi zimanekî zelal red kirin û got armanca wan "mezinkirina demokrasiyê" ye.
Bakirhan daxuyand ku daxwaza birêvebiriya xurt a xwecihî ne tenê ji bo Kurdan, ji bo hemû Tirkiyeyê pêwîst e û got:
"Nîqaşeke me ya li ser herêma Kurdî ya otonom nîne. Daxwaza me demokrasiya xurt a xwecihî, welatîbûna wekhev û jiyana hevbeş a di nav welatekî hevpar de ye.
Tirkiye welatê me ye jî, em nadin ti kesî û em ji ti kesî jî nastînin."
Pênaseya welatîbûnê û ziman
Bakirhan derbarê nîqaşên welatîbûnê jî axivî û ragihand ku divê di pênaseya welatîbûna destûrî de amajeya etnîkî nebe û li pey çû:
"Nêzîkatiyeke me ya wekî 'li kêleka Tirk, Kurd jî lê zêde bikin' nîne.
Em pênaseyeke welatîbûnê ya ku ji aliyê etnîkî ve bêalî be, aidiyeta her kesî ya ji bo vî welatî xurt dike dixwazin."
Li ser mijara zimanê Kurdî jî Bakirhan peyamên zelal dan û diyar kir ku Tirkî zimanê hevpar û fermî yê Tirkiyeyê ye û got:
"Em Tirkî wekî zimanê xwe dibînin. Daxwaza perwerdeya bi zimanê dayîkê ne nijadperestî ye. Kurdî, Lazî, Çerkezî dewlemendiya vî welatî ne, ne gef in."
Rêkeftina HSD û Şamê
Bakirhan rêkeftina di navbera HSD û birêvebiriya navendî ya Sûriyeyê de jî nirxand û got Kurd alîgirê Sûriyeyeke yekparçe lê demokratîk in.
Bakirhan diyar kir ku istiqrara li Sûriyeyê dê beşdariyê di aştiya navxwe ya Tirkiyeyê de jî bike.
Wî li ser nîqaşên çekdanîna PKKyê jî got ku biryara çekdanînê stratejîk e û banga sererastkirina yasayî kir:
"Di rojeva Tirkiyeyê de divê êdî ne çek û tundî, demokrasî û hiqûq hebin. Di vê mijarê de derengmayîn berpirsyariya desthilatê ye."
Rudaw
