Peyvdarê Yekgirtû: Yekgirtû li Gel Helwêsta Niştîmanîya Herêma Kurdistanê Ye
Selahedîn Babekir peyvdarê fermîyê Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê di evê bareyê de ji PNA re ragiahnd: ´´ di bareya evan arîşe û giriftên ku îro di navbera herêmê û Bexdadê de hatine pêş, em hevhelwêstîn li gel helwsêta niştîmanîya herêma Kurdistanê û her ji evî dîtinê ve piştgîrî ji evê şandeya bilinda herêm dikin, ku biryar weha ye bo guftûgokirin li gel Bexdadê bihê danîn, da ku bi rêya dan û standinê arîşe bihên çareserkirin.´´
Peyvdarê Yekgirtûyê weha jî got: ´´ em li ser evê bawerîyê ne, ku heger em di nav xwe de li ser arîşeyên navxweyîyên herêma Kurdistanê bibin bi du alîyên opozisiyon û desthilat tişteke asayî ye û ev tişt beşek ji prosesa demokrasîyê ye, belê bo pirs û mijarên niştîmanî û neteweyî, em wek Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê herdem li gel hemû hêz û alîyên siyasîyên herêma Kurdistanê hevhelwêst bûyîn, çimku li gor me, gerek em bi yekhelwêstî rûbirûyê arîşe û qeyranên li gel Bexdadê bibîn, çimku evane pirsên niştîmanî û neteweyî ne û pêywîste hemû alîyek ji me li ser wan tiştan hevdeng û hevhelwêst bîn.´´
