Demîrtaş: Derdê Turkiyeyê li Sûriyeyê ne Beşar Esed Belku Kurdên Sûriyeyê Ne
Demîrtaş, di peyva xwe de berê axavtina xwe da serok wezîrê Turkiyeyê Receb Teyîb Erdogan û weha got: ´´madem tu dibêjî ey Esad guh bide gelê xwe, Kurdên li Sûriyê xweseriya Demokratîk dixwazin, aya tu xweseriya Kurdên Sûriyê dixwazî û diparêzî? ´´
Demîrtaş di berdewamîya axavtinên xwe de got:´´Derdê we cûda ye, hûn tenê hewl didin ku Kurd nebine xwediyê statûyekê, te ji Esad re digot ´´birayê min´´, Mubarek jî, Qezafî jî , Serok dewletê Sûdanê û Beşar Esed jî birayê te bûn, niha çi bû?çi hate guhartin?´´
Demîrtaş tekez kir ku hinek kes, ji aliyê Turkiyeyê ve têne bi çekkirin û diçin Sûriyeyê şer û pevçûnan derdixînin.
Hevserokê BDP Demîrtaş berdewam kir û got:´´Hûn bi Azerbeycanê re dibêjin ‘du dewlet yek millet’, çima heman tiştî ji bo Kurdan jî nabêjî, ji Kurdistanê re çima nabêjin, ma ji ber ku ew Kurd in?´´
Demîrtaş, di axaftina xwe de li ser komkujîya Roboskî, girtîgehan û doza KCKê jî sekinî û weha got: ´´3 salin rezaletek didome, Parlementar Selma Irmak, çima ku daxwaznameyek bi Kurdî nivisandiye û daye dadgehê, nehatiye pesend kirin, nexistine dosyayê jî, çimku bi Kurdî nivisandiye.´´
