• Sunday, 08 February 2026
logo

“12 hezar û 45 kes li Sûriya hatine kuştin”

Gulan Media April 18, 2012 Nûçe
“12 hezar û 45 kes li Sûriya hatine kuştin”
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriya aşkere kir ku ji destpêka xwepêşdnanên dijî rejîma Beşar Esed di 15ê adara sala 2011an de û heta niha, 12 hezar û 45 hatine kuştin.

Li gorî malperên çalakvanên Sûriya, Desteyê Giştî ya Şoreşa Sûriya ragihand ku ji destpêka xwepêşandanan ve, 12045 kes hatine kuştin û piraniya wan li parêzgeha Himsê bûn.

Desteyê amaje kir ku ew kes li her 14 parêzgehên Sûriya bi guleyên hêzên ewlekarî û artêşê hatine kuştin.

Li gorî amarên wê desteyê, ji nav kuştiyan, 29 xwendekar, 31 pizîşk, 819 leşkerên ji artêşê cuda bûne, 664 keç û jin, 821 zarok in û her wiha 440 kes jî di bin aşkenceyê de hatine kuştin.

AKnews
Top