Êzîdî bi çend çalakiyan Çarşema Sor pîroz dikin
Çalakê êzîdî Liqman Silêman ji AKnewsê re axivî û wiha got, “Cejna sersala êzîdiyan ku tê nasîn bi Çarşema Sor, rêkeftî çarşema yek ji nîsana rojimêra rojhilatî, û li pey baweriya êzîdiyan dinya di vê rojê de durist bûye.”
Silêman ronî kir ku bi boneya Çarşema Sor, di vê rojê de çendîn çalakiyên curecur di nav êzîdiyan de li dar dikevin.
Herwiha Silêman axaftina xwe domand, “Li perestgeha Laliş li Şêxan, îro, rêwresmên ayînî ji layê peyrewên ola êzîdî ve bi rê ve diçe.”
Silêman aşkera kir ku îro pîrozbahiyên firehtir tên kirin û xelk li nav gundan li ser hev digere û sersala hevdu pîroz dikin.
Li gor biryara jimare 6 ya sala 2010ê ya ji Serokatiya Herêma Kurdistanê derçûye, diyar dike ku roja Sersala Êzîdî ku rastî çarşema yek ji meha nîşane tê pişûya fermî ye li sertaserî Herêma Kurdistanê .
Hêjayî gotinê ye ku li gor çavkaniyên êzîdî yên ne fermî hejmara wan li Herêma Kurdistanê û Iraqê nêzî nîv milyon kes e û piraniya wan li her du parêzgehên Nînowa û Duhokê niştecî dibin.
AKnews
