• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kunsilê Emrîka li Îraqê

Gulan Media April 17, 2012 Nûçe
Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kunsilê Emrîka li Îraqê
Îro 17.4.2012 ,birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kunsilê Emrîka li Îraqê James Jeffrey û Kunsilê vê welatî yê li Hewlêrê kir.

Di hevdîtineke de ku, Îmad Ehmed Cîgirê Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê jî tê de beşdar bû, Kunsilê Emrîka pîrozbayiyên xwe pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî û Îmad Ehmed kirin û hêviya serkeftinê ji wan re xwest.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de bi taybetî di warê aramî û ewlekarî de bi girîng wesif kir û rola Kurdistanê jî di warê pêşwazî kirina ew welatiyên Îraqî bi taybetî welatiyên Mesîhî yên ku, ji ber metirsî û gefên Terorê hatine Kurdistanê.

Di dirêjahiya vê hevdîtina han de her dû alî behsa prosesa siyasî ya Îraqê û qirîza heyî kirin û tekez li ser vê yekê kirin ku, tevahiya kêşe û qirîzên heyî vê bi rêya diyalog û danûstandinan werin çareserkirin.

Di derbarê peyvendiyên heyî yên di navbera Kurdistan û Emrîka de jî Kunsilê Emrîka diyar kir ku, çawe ku, beriya Hefteyekî Rayedarên herî bilind yên Emrîka girêdayî bûna xwe bi Gelê Kurd û Kurdistanê re diyar kirine her bi vê awayî jî Amerîka diyar dike ku, gelek girîngî dide peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re.

Di beşeke din ji vê hevdîtina han de rewşa Deverê bi giştî û peyvendiyên Kurdistanê yên bi welatên Cîran re jî hatin nirxandin.

Di dawiya vê hevdîtina han de Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî spasiyên xwe pêşkêşî Kunsilê Emrîka kir û kêfxweşiya xwe jî li hember bihêz bûna peyvendiyên heyî yên di navbera Amerîka û Kurdistanê de diyar kir.
Top