• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kunsiliê Japonê li Îraqê kir

Gulan Media April 17, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Kunsiliê Japonê li Îraqê kir
Îro birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşwaziya Kunsilê Japonê yê li Îraqê Sûsûmû Hasigava kir.

Di hevdîtineke de Kunsilê Japonê pîrozbayiyên xwe bi minasebeta destbikar bûna birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê pêşkêşî nav hatî kir û hêviya serkeftinê jê re xwest.

Nav hatî di berdewamiya axaftinên xwe de kêfxweşiya xwe a li hember domandina peyvendiyên dû alî yên di navbera Kurdistan û Japoniyayê de diyar kir û ragihand ku, Konsulusxaneya Japonê bi her awayî hewl dide daku, peyvendiyên heyî yên di navbera her dû aliyan de bihêztir û berfiretir bibin.

Nav hatî di beşeke din ji peyvên xwe de behsa kar û çalakiyên Japoniyayê yên ku, bi rêya Ajansa Coikayê li Îraq û Kurdistanê de encam dane kir û balkêşande ser çendîn projeyên din yên di warê cuda cuda de ku, biryare di demeke nêz de wan jî cîhbicîh bikin. Kunsilê Japonê got: Konsulusxaneya me bi hevkariya çendîn dezgeh û saziyên navnetewî dixwaze çendîn Devreyên perwerdehî di warên curbicur de ji bo perwerde kirina Ciwanên Kurd vebike.

Li berdewamiya vê hevdîtina han de jî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî jî peyvek pêşkêş kir û spasiyên xwe jî pêşkêşî Hikûmeta Japoniyayê kir û hewldanên vê Hikûmetê jî ên ji bo bihêztir kirina peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bi girîng wesif kir.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê got; Kurdistan jî gelek girîngî bi peyvendiyên xwe yên bi Japoniyayê re dide û niha li Kurdistanê de jî ji bo kar kirin û beşdarî kirina kompaniyên Japonî di her warî de amadeye û dema vê yekê jî hatiye ku, Japon asta nûneratiya xwe li Kurdistanê de bilindtir bike û peyvendiyên xwe yên bi Kurdistanê re bihêztir bike.

Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê di derbarê kar û projeyên sereke yên Hikûmeta Kurdistanê de jî diyar kir ku, proje û bernameyên sereke yên Hikûmeta nû çareser kirina kêşeyên hilwastî yên di navbera Bexda û Hewlêrê û herwiha baştir kirina pergala navxweyî ya Kurdistanê ye.

Di derbarê prosesa siyasiya Îraqê de jî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê diyar kir ku, qirîza heyî bandoreke nerênî li ser pêşkeftina prosesa siyasî ya li Îraqê û girêdayî bûna aliyên siyasî bi destûra bingehîn ya Îraqê kiriye.
Top