Felah Mistefa: Siwêd kunsilgerya xwe li Herêma kurdistanê ve dike
Sebaret vê Mijarê Felah Mistefa berpirsê peywendî yên derveyên Hikumeta Herêma Kurdistanê di daxûyanîyeke taybet de jibo( KRG) ragihand Şahana Siwêdê biryar daye asta peywendî yên xwe digel Herêma kurdistanê bilind bike û di demeke nêz de, wê bi awayekî fermî kunsilgerya xwe li Hewlêra paytext ve dike.
Herweha got: vekirina kunslgerya Şahana Siwêdê li herêma kurdistanê giringî xwe heye jiber ku welatê Siwêdê li ser asta Ewrûpa di warê sîyasî û aburî de, cihekî taybet û kartêker heye,serbarî vê yekê jî rêjeyek mezin ji revenda kurdistanê li welatê Siwêdê û welatên Eskendinafîya heye, bilind kirina asta nuneratî ya xwe jibo kunsigerî despêkeke jibo qûnxekî nu ji peywendî yên navbera heerêma kurdistanê û welatê Siwêdê û di heman demê de jî di be pirek jiboy bêtir xizmet kirina revenda kurdistanê li vî welatî û bêtir xûrtkirina peywendîyên herêma kurdistanê û Siwêdê di tev waran de.
