• Saturday, 07 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê serê sala nû li Kurdên Êzdî Pîroz kir

Gulan Media April 17, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê serê sala nû li Kurdên Êzdî Pîroz kir
Bi navê xwedayê mezin û dilovan

Ji bo hatina cejna serê sala Êzdiyan pîrozbahiyekî germ pêşkêşî hemû xuşk û birayên Kurdên Êzdî yên li Kurdistan û Cîhanê dikim.

Ev cejin ku bi cejna Çarşema Sor hatiye naskirin pîrozî, biha û taybetiyeke xwe heye û wateya nûbûna jiyan û geşbûn û xêr û xweşiyê digihînê.

Hêvîdarim xuşk û birayên me yên Êzdî vê cejne li jêr sayeya pêkve jiyan û demokrasiya Herêma Kurdistanê bi xweşî û bextewerî bi ser bibin. Em li wê yekê jî bawerin ku herdem parêzerê destkeftên neteweyiyên me dibin û bi dirêjahiya dîrokê jî diyarkirine ku beşekî veneqetî û resenê gelê têkoşerê xwe ne.

Dûbare Cejna serê salê li wan pîroz dikim.


Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
17/04/2012
Top