Serokê Herêma Kurdistanê spasî helwesta eşkereya Muqteda Sedir kir
Li pêwendiya telefoniyê da Serokê Dîwana Serokayetiya Herêma Kurdistanê ragihand ku Serok Barzanî spasiyên bê payan ji rêzdar Seyîd Muqteda Sedir re ji bo wan helwestên eşkere û wêrekiyên li berengarbûna ewên dixwazin fîtne û demargîriya regezperestiyê li dijî Kurd de bikin heye.
Her wiha Fuad Husên spasiyên Serok Barzanî ji bo rêzdar Seyîd Muqteda Sedir ji bo helwesta rûna beranber bi pirsa Komîsyona Bilinda Serbixweya Hilbijartinan û biryara destgîrkirina her yek ji birêz Fereç Heyderî û Kerîm Temîmî ragihand û dûpat jî kir ku Serokê Herêma Kurdistanê bi deng ve hatina rêzdar beranber bi parastina dezgeh û desteyên serbixweyên li welat da bilind dinirxîne.
