Serokê Herêma Kurdistanê seredana Tirkiyê dike
Îro mîdyayên Tirkî di malperên xwe de weşandine ku Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî li dawiyê vê hefteyê de seredana wî welatî dike.
Amaje bi wê yekê dikin ku di nava seredana xwe de, Serokê Herêma Kurdistanê wê digel Serokwezîrê Tirkiyê Receb Teyîb Erdogan bicive.
Li gor mîdyayên Tirkî naveroka seredana Barzanî bo Tirkiyê wê li ser doza cîgirê serokkomarê Êraqê Tariq Haşimî bê gotûbêjkirin.
Haşimî li dawiya sala borî de, bajarê Bexdadê bi cî hîşt û berê xwe da Herêma Kurdistanê û di vê çarçoveyê de Serokê Herêmê wê digel Tariq Haşimî ku niha li Tirkiyê ye, bicive.
Dawiya meha borî Serokê Herêmê Mesûd Barzanî bi seredanekê berve welatê Bulgariya, Amerîka û Hungariyayê bi rê ket û niha jî li Hungariyayê ye.
xendan/En Son Haber
