• Friday, 06 February 2026
logo

Sezgîn Tanrikulu: AKP naxaze pirsa kurdî çareser bike

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Sezgîn Tanrikulu: AKP naxaze pirsa kurdî çareser bike
Cîgirê serokê CHP, Sezgîn Tanrikulu, diyar kir, hikûmeta Tirkiyê naxaze pirsa kurdî çareser bike û wiha axivî, “Heke ev pirs neyê çareserkirin dê veqetîn bileztir bibe.”

Kongreya baskê CHPê yê Wanê, duh bi beşdariya cîgirên serokê giştî, Sezgîn Tanrikulu û Umut Oran hat sazkirin.

Axaftina destpêkê ya kongreyê ji aliyê nûnerê CHPê li Wanê, Cemal Şen ve hat kirin. Şen, got, gelê herêmê nav tengaviyên mezin de ne û wiha axivî, “10 sal berê me li welatekî xweştir de jiyan dikir lê niha ev rewş nemaye.”

Piştî Şen, Tanrikulu axivî û got, hikûmeta AKPê her ku diçe, ji demokrasiyê dûr dikeve û wiha anî ziman, “Min ji wezaretên navxwe, dad û tenduristiyê pirsî. Di 10 salên borî de, li gorî dozên li dadgeha Ewrûpa li dijî Tirkiyê hatine vekirin, Tirkiye rojên herî xirab di dîroka xwe de dibîne. Dozên li dijî Tirkiyê hatine vekirin, 110 hezar in. ji 2002 heta niha, 116 kes bi şêwazên nediyar hatine kuştin.”

Tanrikulu, behsa helwesta hikûmetê li bara çareseriya pirsa kurdî jî kir û wiha pêde çû, “Hikûmetê ji 2005ê ve heta niha tu gavek bo çareseriya pirsa kurdî neavêtiye. Heke ev pirs neyê çareserkirin dê veqetîna gelan ji hev, leztir bibe. Lê mixabin AKP vê yekê nabîne.”

AKnews
Top