• Friday, 06 February 2026
logo

Emar Hekîm Û Salih Mutleq Peyameke Pîrozbayî Pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Kirin

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Emar Hekîm Û Salih Mutleq Peyameke Pîrozbayî Pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî Kirin
Serokê Civata bilind ya Îslamiya Îraqê Emar Hekîm bi minasebeta destbikar bûna birêz Nêçîrvan Barzanî weke Serokwezîrê Hikûmeta Kurdistanê peyameke pîrozbayî pêşkêşî birêz Nêçîrvan Barzanî kir.

Nav hatî di vê peyama xwe de jibilî pêşkêş kirina pîrozbayiyên xwe hevdem balkêşandiye ser pêşkeftinên mezin yên li Kurdistanê de û ev pêşkeftinên han bi hîmayeke nû û girîng yên Îraqa nû wesif kiriye.

Hekîm di berdewamiya peyama xwe de ev yek jî diyar kiriye ku, baweriyeke gelek bihêz bi Nêçîrvan Barzanî heye û Nêçîrvan Barzanî dikare pêvajoyek wisa biafrîne ku, tevahiya aliyan bikaribin lihev bikin û jihev fêm bikin.

Her di vê derbarê de Cîgirê Serokwezîrê Îraqê Dr. Salih Mutleq jî peyameke pîrozbayî pêşkêşî Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîran Barzanî kiriye û hêvî xwestiye ku, birêz Nêçîrvan Barzanî di vê erka xwe de serkeftî be û bikarêbe bi awayeke serkeftî xizmeta welat bike.
Top