• Friday, 06 February 2026
logo

Artêşa Îraqê Rê Neda Parlementerên Neynewayê Biçin Nava Bajarê

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Artêşa Îraqê Rê Neda Parlementerên Neynewayê Biçin Nava Bajarê
Duh çend Parlementerên lîsteya biratî ya Neynewayê xwestin bi mebesta beşdarî kirin di civîneke lîsteya xwe de serdana Bajarê Neynewayê bikin lê Artêşa Îraqê rê neda wan daku, bikevin nava Bajarê.

Lê piştî liv û tevgerên Rayedarên peyvendîdar û hewldanên Berpirsê şaxê 14 ya partiya demokrata Kurdistanê ev kêşeya han hate çareserkirin û aliyên peyvendîdar jî diyar kirin ku, ev yek şaştiyeke çend leşkerên Artêşa Îraqê bûye lewre daxwaza lêbûrînê ji Parlementerên lîsteya Biratî ya Neynewayê dikin.
Top