Li Tirkiyeyê 22 hezar û 601 pirtûk qedexene!
Parlementerê CHP’ê yê Meletiyê Velî Agbaba pêşniyar pirsek pêşkêşî Wezîrê Edaletê Sadûlah Ergîn kir û xwest bersiv bide ka di Tirkiyeyê de çend pirtûk, CD û albûm biryara qedexe û komkirinê li ser hene.
Her wiha li beramberî pirsa, hikumet di derbarê bidawîkirina qedexeya li ser pirtûkan wê di paketa 3’mîn ya darazê de cih bigire, Wezîr Ergîn bersiva, “Agahiya Wezareta me jê tuneye” da. Ergîn pêşniyar pirs sewqî Wezareta Navxweyî kir. Wezîrê Navxweyî Îdrîs Naîm Şahîn got; ji sala 1952’an û heya roja me ya îro biryarên ku ji dadgehên cûda derketîn yên qedexe, komkirin û rawestandina weşanê 22 hezar û 601’e. hêjmara biryarên komkirinê yên hatine rakirin jî 529’e.
Alîkarê Serokê Giştî yê CHP’ê Sezgîn Tanrikûlû jî derbarê pirtûkên “Bildigin Gibî Degil” (Weku tu dizanî nîne) û “Diyarbakir Gecesî” (Şeva Amedê) ku li girtîgehan hatine qedexekirin, ji bo Wezîrê Dadê Sadûlah Ergîn bibersivîne pêşniyar pirsek pêşkêşî Serokatiya Meclisê kiribû.
Di nava pirtûkên qedexe de ku Wezareta Çand û Turîzmê badrol dabûyê “Mem û Zîn” jî heye. Gelek pirtûkên weke ‘Parîs Duşerken’ ya Nivîskar Îlya Ehrenburg, “Kadin Sorunu Uzerine Seçme Yazilar” ya Clara Zetkin, Komunist Manifestosu, Sosyalîzmîn Alfabesî û Nazim Hikmet, Aziz Nesin, Musa Anter û Îsmail Beşîkçi.
ANF
