Li Kerkûkê teqîn: 2 mirî û 7 birîndar
Berpirsê ragihandina asayîşa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ji Rûdawê re got: “Îro piştî nîvro (15.02.12) li ser rêya Bexda li nêzî serokatiya zanîngeha Kerkûkê otomobîlek bombebarkirî teqiya. Di encamê de jî karmendek û welatiyek hatin kuştin, 7 kesên din jî bi giranî birîndar bûn û 5 ji wan karmendên asayîşê ne.”
Ferhad Heme Elî got: “Teqîn di demekê de bû kolêja yasa ya zanîngeha Kerkûkê li avahiya serokatiya zanîngeha Kerkûkê bi hevkariya dû rêxistinên Elmanî û Hollendî kongreyeke navneteweyî saz dikir. Hêzên asayîşa Kerkûkê jî erkê parastinê girtibûn ser xwe. Di dema vegera herdu rêxistinan de, otomobîla bombebarkirî teqiya û bû sedemê kuştina 2 kes û birîndarbûna 7 kesan.”
