• Friday, 06 February 2026
logo

Li Kerkûkê teqîn: 2 mirî û 7 birîndar

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Li Kerkûkê teqîn: 2 mirî û 7 birîndar
Rêveberê Asayîşa Kerkûkê ragihand ku îro piştî nîvro otomobîlek bombe barkirî li Kerkûkê hat teqandin, ji ber wê sedemê jî 2 kes hatin kuştin û 7 kes jî birîndar bûn.

Berpirsê ragihandina asayîşa Kerkûkê Ferhad Heme Elî ji Rûdawê re got: “Îro piştî nîvro (15.02.12) li ser rêya Bexda li nêzî serokatiya zanîngeha Kerkûkê otomobîlek bombebarkirî teqiya. Di encamê de jî karmendek û welatiyek hatin kuştin, 7 kesên din jî bi giranî birîndar bûn û 5 ji wan karmendên asayîşê ne.”

Ferhad Heme Elî got: “Teqîn di demekê de bû kolêja yasa ya zanîngeha Kerkûkê li avahiya serokatiya zanîngeha Kerkûkê bi hevkariya dû rêxistinên Elmanî û Hollendî kongreyeke navneteweyî saz dikir. Hêzên asayîşa Kerkûkê jî erkê parastinê girtibûn ser xwe. Di dema vegera herdu rêxistinan de, otomobîla bombebarkirî teqiya û bû sedemê kuştina 2 kes û birîndarbûna 7 kesan.”
Top