• Friday, 06 February 2026
logo

Piştî serdana nûnerê Talebanî, termê qaymeqam berbi goristana Qirgeh ve hate veguhastin

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Piştî serdana nûnerê Talebanî, termê qaymeqam berbi goristana Qirgeh ve hate veguhastin
Piştî ku vê sibê Nîzar Amêdî nûnerê serokkomarê Êraqê Mam Celal serdana kesûkarên qaymeqamê koçkirî Zana Heme Salih kir û digel wan civiya, biryar hat dan ku, termê wî li goristana Qiegeh ya Silêmaniyê bê veşartin.

Li gor zanyariyên malpera Xendan, vê sibê nûnerê serok Talebanî serdana kesûkarên qaymeqamê koçkirî Zana Heme Salih kir û digel wan civiya, piştî civînê biryar hat dan ku, termê wî bi axê bê spartin.

Birayê qaymeqamê koçkirî yê qezaya navendî yê Silêmaniyê Mihîdîn Heme Salih jî ragihand ku, soz ji aliyê nûnerê Talebanî bi wan hatiye dayîn ku, lêkolîn di odeya zîndanê de bê kirin û pişkinîn li ser tevaya rewşên bi guman bê kirin.

Di dema niha de bi amdebûna hejmareke zêde ji berpirsên îdarî û kesûkarên qaymeqam ji bo binaxkirina termê wî berên xwe dane goristana Qirgeh ya Silmaniyê.

Şeva borî nûçeya xwekuştina qaymeqamê koçkirî yê Silêmaniyê Zana Heme Salih belav bû ku, di zîndana asayîşa Silêmaniyê de girtî bû.

Piştî bûyerê çend aliyan daxwaza pêkanîna komîteyekê ji bo lêkolînê derbarê sedemên mirina wî ku beriya her kesî serokomarê Êraqê Mam Celal û cîgirê serokê Herêmê Kusret Resûl kirin.
Top