Heyderî û Temîmî hatine azadkirin
Ferec Heyderî ji AKnewsê re daxuyand, “Piştî me 15 milyon dînarê iraqî wek desteberiya darayî da dadgeha pêdeçûnê ya Resafe, dadgehê em azad kirin.”
Heyderî got jî, “Em çaverê dikin heta dadgeh car din me bixwaze.”
Pêncşema borî her yek ji Ferec Heyderî û Kerîm Temîmî bi sûca gendeliyê, hatibûne girtin.
Sûca Heyderî û Temîmî ew e ku dadgeh dibêje wan 100 hezar dînar ji bo çend fermanberên fermangeha tomara erdan a navçeya Beyaa li Bexdayê di sala 2008an de xerc kiriye.
AKnews
