“Kurd ji bo damezirandina dewletê li piştgiriyê digerin”
Ala Talabanî ji Sumeriyenews re got: “Ger di vî warî de arîkariya me bikin, em pêşwazî li Amerîka dikin.” Ligel vê yekê jî Talabanî red kir ku niha partiyên kurdî bernameyekî bi vî awayî hebin. Ala Talabînî dibêje: “Piştgiriya Amerîka ya ji bo dirûstkirina dewleta Kurdî, pêwîstî bi çavkaniya çapemeniyê nîne, belkî pêwîste bi rêyên dîplmosî heye.”
Berî niha çavkaniyên nûçeyan ragihandibûn ku Amerîka daxwaz ji Tirkiyê kiriye ku li dirûstkirina dewletekî kurdî mikur bê, ji ber ev di berjewendiyên Tirkiyê de ye. Tirkiye jî wê li beramberî hinek mercên diyarkirî bipejirîne.
Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî di gotara xwe ya Newroza îsal de bal kişand ser wê yekê ku ger hikûmeta Bexda di reftarên xwe yên li beramberî kurdan de berdewam be, wê demê ji bo çareseriya pirsgirêkan wê tenake rê mafê diyarkirina çarenivîsê be.
