• Friday, 06 February 2026
logo

14 ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwe li Îraq û Afganistanê teqandine

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
14 ciwanên Rojhilatê Kurdistanê xwe li Îraq û Afganistanê teqandine
Tevlîbûna ciwanên Rojhilatê Kurdistanê di grûpên tundrew de wek Ensar El-Îslam berdewam e. Pisporekî civakî yê ji Rojhilatê Kurdistanê jî dibêje ku pirraniya van ciwanan ji ber bêkariyê tevlî van grûpan dibin.

Piştî lêdana bingeh û baregehên rêxistina Ensar El-Îslam li devera Hewraman li Başûrê Kurdistanê di sala 2003yê de, pirraniya endamên vê grûpê ku ji vê êrişê xilas bûn, berê xwe dan Rojhilatê Kurdistanê, nemaze jî navçeyên Seqiz û Bane.

Ev grûp ku bi agahdarî û hevkariya Îranê li wan deveran bi cîh bûye, bala hinek ciwanên wan deveran kişandiye û çend ciwan tevlî wan jî bûne. Bi vî rengî hinek ji van ciwanan bi gotina vê grûpê, bi mebesta pêkanîna kiryarên xwekujiyê, berê xwe dan Îraq û Afganistanê.

Li gor agahiyên Rûdawê, piştî hatina vê grûpê bo Rojhilatê Kurdistanê, 14 ciwanên Kurd xwe li Îraq û Afganistanê teqandinê, yan hatine kuştin. Herwiha hejmarekê jî berê xwe dane bingehên rêxistina Al-Qaîde li Pakistan û Afganistanê.

Bi şev li mizgeftan dersan didin

Berpirsê komîsyona siyasî ya PDK-Îranê, Kawa Behramî, jî dibêje ku ew grûp ji xeynî dersgotin û handana lawên Kurd li mizgeftan, “li bingehên xwe yên taybet jî wan fêrî perwerdeya leşkerî dikin.” Li gor agahiyên bawerpêkirî yên ku li cem Behramî hene, “par van grûpan nêzîkî Ciwanro bingeheke perwerdeya eskerî vekiribûn û lawên Kurd fêrî xweteqandin û kiryarên terorîstî dikirin.”

Grûpa Ensar El-Îslam ev derdora 10 salan e ku li mizgeftên hinek bajarên Rojhilatê Kurdistanê û hinek taxên feqîran derketiye holê. Civaknas Xalid Tewekulî ji bajarê Seqizê ji Rûdawê re ragihand: “Di salên borî de beşekî van grûpên selefî û tund hatin Seqiz û deverên derdora wê û dest bi çalakiyan kirin û hejmareke zêde ya ciwanan birin aliyê xwe. Ew bêtir bi şev dersan didin ciwanan.”

“Ji ber bêkariyê tevlî wan dibin”

Xalid Tewekulî sedemên girêdana ciwanên Kurd bi van grûpan ve, ku xelkê Rojhilatê Kurdistanê wan wek selefî binav dikin, wiha diyar kir: “Hebûna pirsên civakî wek bêkarî, bikaranîna madeyên hişber, hejarî, pirsên neteweyî û hinek valahiya siyasî.” Berpirsê pêwendiyên Kurdistanî yên Sazûmana Xebat a Kurdistana Îranê, Bêhruz Erdelan, ji Rûdawê re dibêje: “Karesata ku niha li Rojhilatê Kurdistanê bi destê van grûpan rû dide berî her tiştî berhema siyaseta Îranê ye li Kurdistanê. Ji ber nebûna atmosfereke azad li Îranê û bêkariyeke bêsînor li Rojhilatê Kurdistanê, hejmarek ciwanên Kurd bi hêsanî dikevin xefika wan grûpên hişk.”

“Bi azadî li Îranê ne”

Li gor agahiyên hinek çavdêran, ev grûp bi azadî karê xwe li Îranê dikin, lê civaknas Xalid Tewekulî dibêje: “Ne zêde azad in, lê zêde bi nehênî jî kar nakin.” Bêhruz Erdelan ragihand: “Hêzeke mezin li pişt wan heye û ji aliyê rêxistina Al-Qaîde û grûpên hişk ên din tên piştgirtin. Îran jî wek metirsiyekê berê xwe nade van hêzên îslamî, eşkere yan veşartî jî hevkariya wan dike. Di baweriya Îranê de ev grûp di pêşerojê de wê bibin kelem li pêşberî partiyên neteweyî yên Rojhilatê Kurdistanê, lewma piştgiriya wan dike.”

Kawa Behramî qala nêrîna van grûpan li ser pirsa kurdî dike û dibêje: “Ew eşkere di nav xelkê de dijîtiya pirsên neteweyî nakin, lê di bingeh de dijî bidestanîna hemû mafên neteweyî ne bo gelê Kurd û di pêşerojê de dibin kelem li pêşiya pirsên neteweyî yên Kurdan li rojhilatê Kurdistanê.” Rojnamevan û çalakvanê mafê mirovan Saman Resulpûr qala pêwendiya van grûpan û Îranê dike û dibêje: “Atmosfereke azad bo çalakiyên van grûpan li Kurdistanê hatiye peydakirin û bi azadî li mizgeftan bangewaziya xwe dikin. Îran sûdek mezin ji van grûpan werdigire.” Berpirsên Îranê bi xwe van gunehbariyan red dikin û dibêjin ku Îran ji hebûna van grûpan zerermend e.

Ciwanên Kurd yên ku xwe teqandine yan hatine kuştin

-Cebar Şêx Muradî (28), ji Ciwanro ye, xwe li Bexdayê teqand.

-Rizgar Ezemî (28), ji Ciwanro ye, di êrişeke Amerîkiyan de li Afghanistanê hat kuştin.

-Îdrîs Behramî ji gundê Godik e, li Afghanistanê hat kuştin.

-Elî Fetahî (29), ji Ciwanro ye, li Qendehar (Afganistan) xwe di baregeheke Amerîkiyan de teqand.

-Layîq Murîdî (26), li bakurê Afganistanê xwe bi tankeke Amerîkiyan de teqand.

-Ferîdûn Purmend (33), ji Pawe ye, li Celalabad (Afganistan) xwe bi xaleke kontrolê ya Amerîkiyan de teqand.

-Muslîm Ehmed (20), ji Selas a Bawecanê ye, xwe li Afganistanê teqand.

-Star Tahirî (25), wek Star Yaxî tê naskirin, xwe teqand.

-Kemal Mihemedzade (23), xwe teqand.

-Keyhan Weysî (32), xwe teqand.

-Perwîz Qadirî (30), xwe teqand.

-Herwiha sê ciwaên Seqiz bi nasnavên Gulistanî, Bêglerî û Kerîmpur li Afghanistanê hatin kuştin.

Rudaw
Top