Di roja Enfal de çend çalakî birêve çûn
Li devera Germiyanê, çalakvanên 40 rêxistinên civaka sivîl çûne ser mezarê enfalkiriyan û 24 mûm vêxistin û 24 qeftên gulan li ser mezarê wan danîn wek amajeyekê bo 24emîn salvegera karesata Enfalê.
Li bajarokê Kelarê jî, şaxê Germiyanê yê Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Afretên Kurdistanê çend çalakiyên hunerî li hola pirtûkxaneya giştî ya Kelarê saz kirin.
Her wiha xwendekarên peymangeha komputer a Kelarê bi cilên reş li pêşiya peymangeha xwe rawestiyan wek rêzgirtinekê ji canê qurabniyên Enfalê re.
Li Kelarê jî, bi boneya 24emîn salvegera karesata Enfalê, nivîskarê kurd Fetah Tenya çend çîrok ku bi zimanekî sade derbarê enfalê di nav pirtûkekê de nivîsandine, belav kir.
Li şaredariya Rizgarî ya bi ser Kelarê ve, ofîsa Germiyanê ya Sendîkaya Rojnamevanên Kurdistanê pêşangeheke wêneyan ji bo rojnamevan Selah Germiyanî li hola pirtûkxaneya giştî ya Rizgarî vekir ku tê de 50 wêneyên derbarê anîna prûskên enfalkiriyan hatine pêşandan.
Bi heman boneyê, pêşangeheke wêneyan derbarê Enfal û gorên bi kom ji bal rojnamevan Şaxewan Nasih bi hevkariya kenala Kerkûk a asmanî li hola Xendan li bajarê Kerkûkê hate vekirin û tê de 25 wêne hatine pêşandan.
Rejîma Baas a hilweşiyayî bi çend qonaxan, sedan hezar kurdên bêguneh di bin navê “proesa Enfal” de girtin û ew wenda kirin.
Qonaxa yekemîn di 22yê sibata sala 1988an de li navçeya Caf dest pê kir û 3 heftiyan domand.
Qonaxa duyemîn di 22yê adara heman salê de li navçeya Qeredax dest pê kir û heta 30ê mehê berdewam bû.
Qonaxa sêyemîn ku ya herî berfireh bû, di 7ê nîsana sala 1988an de li navçeya Germiyanê dest pê kir.
Qonaxa çaremîn di gulana heman salê de li navçeyên Caf û gundên nêzîkî Zêyê Biçûk hate encamdan.
Qonaxên pênc, şeş û heftemîn di 15ê gulanê heta 28ê tebaxa sala 1988an de li gundên derdora bajarê Hewlêrê hate encamdan.
Qonaxa heştemîn di 25ê tebaxa heman salê de li navçeya Badînan dest pê kir û heta 6ê îlonê domand.
Di 24ê hezîrana sala 2007an de û piştî çend dadgehkirinan, cezayê darvekirinê derheqê her yek ji Elî Hesen Mecîd ku bi “Elî Kîmyayî” tê naskirin, wezîrê bergiriyê yê rejîma Sedam Hisên Sultan Haşim û Hisên Reşîd Tikrîtî bi tawana encamdana prosesên Enfalê derket.
AKnews
