• Friday, 06 February 2026
logo

Malikî bersiva Kurd, İraqiye û Sedir dide

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Malikî bersiva Kurd, İraqiye û Sedir dide
Serokwezîrê İraqê Nûrî Malikî li beramberî gunehbariyên Kurd, Sunne û beşek ji Şîeyan, xwe bi gotina ‘İraq hikmê yek kesî, yek hizbî û dîktatoriyê qebûl nake’ diparêze.

Nûrî Malikî di civîneke çapemeniyê de got: “Ger bermayên rejîma berê bawerî bi vî awayê guhertina deshilatê nîne û dixwazin nêrîna xwe bisepînin (ferz kirin), ez dibêjim, ev bi dawî hatiye û nikarin dîtinan li ser sindoqên hilbijartinan ferz bikin.”

Kurd û hevpeymaniya el-İraqiye li beramberî girtina serokê komîsyona bilind a hilbijartinan Ferec Heyderî xwediyê heman dîtinê bûn. Herwiha serokê Tevgera Sedir Muqteda Sedir jî gotibû: “Fermana girtinê ji aliyê Nûrî Malikî ve hatiye dayîn.”

Li ser vê yekê nivîsîngeha Malikî red kir ku agehdariya wî ji vê bûyerê hebe. Li gor heman daxuyaniyê, “Daxuyanî û gunehbariyên li beramberî girtina Heyderî hatine dayîn, komek rastiyan digre nava xwe.” Di bal kêşanek ku dosyeya Tariq Haşimî jî yasayiye neku siyasî.

Li gor daxuyaniya nivîsîngeha Malikî, “Kêm dîtina dezgehên dewletê û rêz negirtina li serbixwetiya wan, gefê li sîstema demokrasiyê dike, me vedigerîne nav rewşenbîriya Baasê û dîktatoriya ji navçûyî.
Top