• Friday, 06 February 2026
logo

Dinçer: Zimanê kurdî wekî zimanekî biyanî nayê pejirandin

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Dinçer: Zimanê kurdî wekî zimanekî biyanî nayê pejirandin
Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer diyar kir ku zimanê Kurdî wekî zimanekî biyanî li Tirkiyê nayê hêjmartin. Serokê HAK-PARê jî di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Kurdan ji bo destûrê 4 daxwazên hevpar pêşkêşkirine. Em dixwazin xwendina kurdî ji dibistana seretayî heta zanîngehê hebe.”

Wezîrê Perwerdeyê yê Tirkiyê Omer Dinçer di hevpeyvînek ligel rojnameya Akşam a Tirkiyê de li ser pirsên derbarê zimanê Kurdî de got: “Zimanê Kurdî wekî zimanekî biyanî nayê hilbijartin. Em ji bo kurdî bibe dersekî bijarte, lêkolînê dikin.”

Berî çend rojan serokwezîrê Tirkiyê Receb Tayîb Erdogan jî di daxuyaniyekê de gotibû: “Kurdî û Osmanî dikarin bibin dersên bijarte.”

Serokê HAK-PARê Bayram Bozyel di daxuyaniyekê de ji Rûdawê re got: “Kurdan ji bo destûra nû ya Tirkiyê li ser bingehê 4 daxwazan, projeyek pêşkêşî parlamentoyê kirine. Ya yekemîn jî di nava Tirkiyê de çespandina navê kurdî wekî etnîkekê. Xwendina bi zimanê Kurdî, ji dibistana seretayî heta zanîngehê. Herwiha li Kurdistanê zimanê kurdî ligel Tirkî, di nava dezgehên giştî û hikûmî de zimanê fermî be. Xala sêyemîn jî li gor pîvanên gerdûnî û Yekîtiya Ewrûpayê mafê xwe rêxistinkirinê. Ya çaremîn jî li ser xaka Kurdistanê diyarkirina statuyek ji bo kurdan, ev jî federalî yan jî otonomî be. Yan jî bi wateyekî din diyarkirina mafê çarenivîsê. Ger ev 4 daxwazên me di nava destûrê de bên bi cih kirin, em dikarin bêjin ev destûrekî nû ye. Dikare ji bo civaka kurd û tirk bibe bersiv.”

Bozyel diyar kir ku ev daxwazên me bên pejirandin an na, ew tiştekî din e; lê pêwîste em ji bo wê yekê kar bikin ku bê pejirandin. Li gor rewşa niha, ne diyare ku amadebin daxwazên kurdan bipejirînin, lê dîsan pêwîste em kar bikin. Bayram Bozyel got: “Em hêvîdarin ku daxwazên kurd di nava xwe de li ser rêkeftine, di destûrê de bên bi cih kirin. Heta em encaman nebînin, em nikarin baxêvin. Ger destûra nû pirsa kurd çareser neke, wê rêya çareseriyê diyar bike.”
Top