Brîtanya 100 penaberan derdixe ser kolanan
Berpirsê rêxistin Ypeoople ew nûçe piştrast kir û dibêje: “Piştî ku wan xêzanan peymana veqetandina xizmetê ji wan re nehat nûkirin û ew peyman dan kompaniyekî din, rêxistina me neçar bû nameya agehdarkirinê ji 100 xêzanên penaber re bişîne û ji bo di demekî nêzîk de wan xaniyan vale bikin.” Heman berpirs dibêje: “Pêwîst bû me ji dawiya sala 2011an ve ew kar kiriban, lê me nexwest di werza zivistanê de wan penaberan bixin ser cadeyan û wan bê hêvî bikin.”
Rêxistina Ypeople sedemê şandina wê agehdariyê bo wê yekê vedigerîne ku ji bo dema kirê girtina piraniya wan xaniyan ji despêka gulana îsal bi dawî dibe. Yan pêwîste peymana xaniyê xwe nû bikin yan jî bidin xwediyê wan.
