• Saturday, 07 February 2026
logo

Brîtanya 100 penaberan derdixe ser kolanan

Gulan Media April 15, 2012 Nûçe
Brîtanya 100 penaberan derdixe ser kolanan
Rêxistina Ypeople ya Brîtanî name ji 100 xêzanên penaber ên daxwaza mafê penaberiyê kirine û hatine red kirin re şand. Li gor wê biryarê ew xêzan êdî nikarin sûd ji wan xêzanan bibînin ku hikûmeta wî welatî di demên borî de ji wan re veqetandine û Brîtanya bi niyete wan 100 xêzanan derbêxe.

Berpirsê rêxistin Ypeoople ew nûçe piştrast kir û dibêje: “Piştî ku wan xêzanan peymana veqetandina xizmetê ji wan re nehat nûkirin û ew peyman dan kompaniyekî din, rêxistina me neçar bû nameya agehdarkirinê ji 100 xêzanên penaber re bişîne û ji bo di demekî nêzîk de wan xaniyan vale bikin.” Heman berpirs dibêje: “Pêwîst bû me ji dawiya sala 2011an ve ew kar kiriban, lê me nexwest di werza zivistanê de wan penaberan bixin ser cadeyan û wan bê hêvî bikin.”

Rêxistina Ypeople sedemê şandina wê agehdariyê bo wê yekê vedigerîne ku ji bo dema kirê girtina piraniya wan xaniyan ji despêka gulana îsal bi dawî dibe. Yan pêwîste peymana xaniyê xwe nû bikin yan jî bidin xwediyê wan.
Top