• Saturday, 07 February 2026
logo

‘Qaymeqamê Silêmaniyê xwe xeniqand’

Gulan Media April 14, 2012 Nûçe
‘Qaymeqamê Silêmaniyê xwe xeniqand’
Parêzerê qaymeqamê Silêmaniyê, Setar Xwarehm, diyar kir, qaymeqamê Silêmaniyê, Zana Heme Salih, îro danê êvarê li zîndana asayişa Silêmaniyê de “xwe xeniqandiye”.

Setar Xwarehm, ji AKnewsê re got, îro êvarê, qaymeqamê Silêmaniyê, ku bi tommeta gendeliyê hatibû girtin, li zîndana asayişa Silêmaniyê de xwe xeniqandiye.

Xwarehm, diyar kir, heta rapor û hûratiyên bûyerê bên aşkerekirin em nikarin tiştekî li ser vê yekê nabêjin.

Ji aliyekî din, nûnerê wezareta navxwe yê herêmê, Celal Kerîm, ji AKnewsê re got, piştî ku me nûçeya han bihîst, parêzgarê Silêmaniyê û berpirsên eleqedar çûn cihê bûyerê.

Qaymeqamê Silêmaniyê, Zana Heme Salih, 6 Nîsanê, bi tohmeta bertîlxwarin û gendeliyê li dadgeha Silêmaniyê amade bûbû lê ji ber nerazîbûna xizmên Salih, dadgehîkirina wî pêk nehatibû û ji aliyê asayişê ve hatibû girtin.

AKnews
Top