• Friday, 06 February 2026
logo

NY giştî deng da şandina çavdêran bo Sûriyê

Gulan Media April 14, 2012 Nûçe
NY giştî deng da şandina çavdêran bo Sûriyê
Neteweyên Yekgirtî (NY) giştî deng da biryara şandina çavdêrên navdewletî ên leşkerî yên ne çekdar bo Sûriyê.

Di civîna îro ya Encûmena Ewlehiya Navdewletî de, bi dengên giştî biryara şandina çavdêrên navdewletî bo Sûriyê hate qebûlkirin.

Ji aliyê xwe ve, nûnerê Brîtanya di NY de amaje pê da ku rejîma Sûriyê tawanên zaf li dijî gelê xwe encam dane û got divê her du alî rejîm û dijbere pêgiriyê bi agirbestê bikin û plana Annan cîbicî bikin.

NY di civîna xwe de tekez kir eger rejîma Sûriyê pêgiriyê bi biryaran neke û tundûtûjiyê ranewestîne dê pêngavên din bide dariştin.

Li gor biryara NY, 30 çavdêr leşkerî yên ne çekdar weku gava yekemîn dê kontrola tiştê li meydanê rû didî bikin û rastiya wê veguhêzin civîna Encûmena Ewlehiya Navdewletî.

AKnews
Top