• Friday, 06 February 2026
logo

Bulent Arinc Ji Gotinên Xwe Yên Di Derbarê Zimanê Kurdî De Poşmane

Gulan Media April 14, 2012 Nûçe
Bulent Arinc Ji Gotinên Xwe Yên Di Derbarê Zimanê Kurdî De Poşmane
Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyeyê Bulent Arinc beriya demekî di derbarê zimanê Kurdî de gotêbû; zimanê Kurdî ne zimanê şarestaniyetêye û ev gotinên han bibûn sedema nerazî bûna Kurdan.

Piştî zêde bûna nerazîbûnên Kurdan, Arinc ji gotênên xwe poşman bû û got; min negotiye ku, zimanê Kurdî ne zimanê şarestaniyetê ye.

Arinc di semînareke di derbarê demokratîzasiyon û destûra bingehîn ya nû li Îstenbolê de bersif da pirseke Xwendekarekî û got: ez mirovekim ku, firkir û ramanên xwe bi awayekî vekirî pêşkêş dikim û min tu carî heqaret li zimanê Kurdî nekiriye, eger min gotiba ez ziman ne zimanê medeniyetê ye vê demê min heqareteke mezin li wan kesan kiriba ku, bi vê zimanê daxevin.

Çavkanî eşkere kir ku, zimanê Kurdî zimaneke kevnar û dewlemend û xwedan alfabe û berhemên girîng yên wêjeyiye.
Top