Dixwazin Careke Din Leyla Zana Bigirin
Cara yekem Dozgerê Komarî bi tawana qaşo propagende kirin jibo PKK dozek li dijî Leyla Zana vekir lê Dadgeha bilind cezaya ku, ji Zana re dihate xwestin red kir.
Piştî red kirina cezayê ji aliyê Dadgeha bilind ve vê carê jî Dozger bi henceta ku, Zana 9 caran propagendeya pkkê kiriye dozeke din vekir û daxwaza 55 salan zîndanîkirinê jê Zana re xwest.
