• Friday, 06 February 2026
logo

Dixwazin Careke Din Leyla Zana Bigirin

Gulan Media April 14, 2012 Nûçe
Dixwazin Careke Din Leyla Zana Bigirin
Dozgerê Komarî ya Tirkiyeyê dozek li hember Siyasetmedar û Parlementera Kurd Xatû Leyla Zana vekiriye û dixwaze careke din Zana were girtin.

Cara yekem Dozgerê Komarî bi tawana qaşo propagende kirin jibo PKK dozek li dijî Leyla Zana vekir lê Dadgeha bilind cezaya ku, ji Zana re dihate xwestin red kir.

Piştî red kirina cezayê ji aliyê Dadgeha bilind ve vê carê jî Dozger bi henceta ku, Zana 9 caran propagendeya pkkê kiriye dozeke din vekir û daxwaza 55 salan zîndanîkirinê jê Zana re xwest.
Top