• Friday, 06 February 2026
logo

Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxwaz kir pêdaçûnek bi biryara dest bi serkirina Fereç Heyderî û Kerîm Temîmî bê kirin

Gulan Media April 14, 2012 Nûçe
Serokayetiya Herêma Kurdistanê daxwaz kir pêdaçûnek bi biryara dest bi serkirina Fereç Heyderî û Kerîm Temîmî bê kirin
Gavên desthilatdarên Bexda ji bo derxistina biryara dest bi serkirina Fereç Heyderî Serokê Komîsyona Bilinda Serbixweyiya Hilbijartinan û Kerîm El Temîmî Endamê Encûmena Komîsyonê bi zêdeçûneke ber bi çav û tirsekî mezin li ser pêvajoya siyasî tê zanîn, her wiha bi betalkirina demokrasî û ziyan gihandin bi pêvajoya demokratî tê hejmar kirin. Ji bo wê yekê em radigihînin ku biryarekî bi vî awayî ziyanê bi serbixweyiya hilbijartinan digihîne û mebesta wan jî têkdana pêvajoya demokrasiye li rêya biryara kontrolkirina dezgehekî serbixwe ya pêwendîdar bi birêvebirina pêvajoya hilbijartina welat û her wiha ew kiryar hewlekin ji aliyê wan kesên ve tê encamdan ku dixwazin armanc û daxwazên din jî cîh bi cîh bikin.

Her wiha em tekez li ser wê yekê dikîn li dema xwe de Encûmena Nûneran bersîva vê zêdeçûnê bide û dengê xwe ji bo redkirina jê wergirtina baweriya li Komîsyona Hilbijartinan da ku gotibûn Heyderî û Temîmî gendelin. Weku eşkereye hinek berpirsên hikûmetê li Bexda biryarê dane karwana xwe ku demeke destpêkiriye ji bo dirustkirina navendekî bi hêz û vegerandina pêvajoya siyasî ya çarçêweya yekem de berdewam bibê. Bi vî awayî jî destûrê binpêdikin ku Iraqa nû li ser wê hatiye damezrandin û hemû hêzên siyasiyan li ser rêkketine.

Li dawiyê de em dixwazîn pêdaçûnek destpêbike ku biryara dest bi serkirina Serokê Komîsyon û Serokê Encûmena Komîsyona Hilbijartinan bê kirin û ziyan gihandina bi pêvajoya siyasî rabigrin û daxwaz ji hemû hêz û aliyê siyasiya nîştimanî û demokrasiyên welat dikîn, vê êrîş û tirsan li ber çav bigrin û berî wê yekê ku bigihe astekî bi tirsnaktir. Ew karên ku hinek kesên li nav damezrawiya desthilatê da li Bexda encam didin, kiryarên bi tirsin û her wiha kudetayeke li dijî wê avadankirina ku me hemûyan bi navê wê da bi dehan sale qurbaniyan daye.

Peyvdarek bi navê

Serokayetiya Herêma Kurdistanê

13.04.2012
Top