• Friday, 06 February 2026
logo

Nêçîrvan Barzanî Û Seroka Partiya Kesk Ya Almaniyayê Civiyan

Gulan Media April 12, 2012 Nûçe
Nêçîrvan Barzanî Û Seroka Partiya Kesk Ya Almaniyayê Civiyan
Duh li Hewlêrê Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya heyeteke partiya kesk ya Almaniyayê bi Serokatiya Seroka vê partiya han kir.

Di hevdîtineke de Serokwezîrê Kurdistanê kêfxweşiya xwe ya li hember serdana vê heyeta han bo Kurdistanê diyar kir.

Di berdewamiya vê hevdîtina han de Seroka partiya kesk ya Almaniyayê jî li ser navê partiya xwe pîrozbayiyên xwe pêşkêşî Nêçîrvan Barzanî kir û hêviya serkeftinê ji nav hatî re xwest û kêfxweşiya xwe li hember pêşkeftinên heyî yên li Kurdistanê de jî anî ziman.

Di beşeke din ya vê hevdîtina han de kêşeyên heyî yên di navbera Bexda û Hewlêrê de jî hatin nirxandin û her dû alî tekez li ser çareser kirina kêşeyên han bi rêya diyalogê kirin.
Top