• Friday, 06 February 2026
logo

Bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî Civata Abûriya Kurdistanê Civiya

Gulan Media April 12, 2012 Nûçe
Bi Serokatiya Nêçîrvan Barzanî Civata Abûriya Kurdistanê Civiya
Duh li Hewlêrê bi Serokatiya Serokwezîrê Kurdistanê birêz Nêçîrvan Barzanî civîna civata abûriya Kurdistanê hate lidarxistin.

Di vê civîna han de çendîn babetên girîng hatin nirxandin û di dawiya vê civîna han de jî çendîn biryarên girîng hatin derxistin.

1- wenêrîna siyaseta nîştecîh kirin bi awayekî ku, li gorî berejwendiyên taxên hejar û kêmdahat de be.

2- damezrandina mekanîzmekî bo kontrol û çavdêrî kirina wan tiştan ku, ji Derveya Kurdistanê ji bo Kurdistanê tên anîn.

3- Wezîrê Tendirostî hate erkdarkirin daku, di warê tendirostî de xizmeteke baştir pêşkêşî welatiyan bike û dikare fêde ji şewirmendên Biyanî jî bigire.

4- Serokwezîrê Kurdistanê civata Abûriya Kurdistanê erkdar kir daku, komîteyek bo kontrol û çavdêrî kirina buhaya tiştan li Bazarên Kurdistanê de dabimezrîne.

Di dawiya vê civîna han de biryar hate dayîn daku, Hefteyeke din dûbare civata abûriya Kurdistanê bi mebesta nîqaşkirina çend babetên din bicive.
Top