Serokê Herêma Kurdistanê ji aliyê Wezîrê Derve û Aboriya Nîştimaniya Macarîstanê ve hate pêşwazî kirin
Li civînek de ji bilî bi girîng wesifkirina pêwendiyan û hêviya berfirehkirina rewşa siyasî û îdariya Iraq û Herêma Kurdistanê û kêşeyên niha ya navçeyê jî hate nirxandin.
Serok Barzanî pêvajoya Iraq û qeyran û kêşên siyasiyên welat ronahî kir û hewlên Herêma Kurdistanê jî ya ji bo rizgarkirina Iraq ji qeyranan xisterû.
Her li vê civînê de serkeftina ezmûna hukimraniyê bi girîng hate nirxandin û hewldana Macarîstanê jî ji bo vekirina Balyozxane li Bexda û Konsolxaneya Giştî jî li Herêma Kurdistanê wekî destpêka pêwendiyekî di navbera her du aliyan de behs kirin.
Her wiha Duh 10/04/2012 li Wezareta Aboriya Nîştimaniya Macarîstanê Corcî Matosî Wezîrê Aboriya Nîştimanî pêşwaziya Serok Barzanî û şanda li gel kir. Li hevdîtinê de girîngiya serdana Serok Barzanî ya Macarîstanê û rêkxistina pêwendiyên di navbera her du aliyan ji bo danîna planek da ku bi vê sedemê pêwendiyekî çalakî aborî û bazirganî pêkbê hate behs kirin.
Wezîrê Aboriya Nîştimaniya Macarîstanê bi girîngî behsa Herêma Kurdistanê û rola siyasî û aborî û bazirganiya Herêmê kir û daxwaza xwe ya pêwendiyekî berhemdarî ya li navbera Herêma Kurdistan û welatê xwe nîşanda.
