• Friday, 06 February 2026
logo

Li Koşka Serokayetiya Komar Serok Komarê Macarîstanê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir

Gulan Media April 11, 2012 Nûçe
Li Koşka Serokayetiya Komar Serok Komarê Macarîstanê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Di çarçêweya serdana fermiya xwe ya Budapeşteya paytexta Macarîstanê, Duh 10.04.2012 birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Koşka Serokayetiya Komar ji aliyê Laslo Kobert Serok Komarê Macarîstanê ve hate pêşwazî kirin.

Paşê bi serpereştiya her du Serok û bi beşdarbûna hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî ya her du aliyan civînek hate li darxistin.

Serok Komarê Macarîstanê xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî û yekemîn hevdîtina li gel serkirdeyekî Kurdistanê bi dîrokî wesif kir û hêvî jî xwest serdan û guftûgoyên wan berhemdar bê.

Paşê li dirêjahiya civînê de behsa pêwendiya di navbera Hewlêr û Budapeşte û çawayiya pêşxistin û rêkxistina wan pêwendiyan hate kirin. Serok Komar amadehiya welatê xwe ji bo pêkanîna pêwendiyekî her du alî ya siyasî û aborî û kulturî li gel Herêma Kurdistanê da nîşan da.

Serok Barzanî ji bilî behskirina rewşa aramî, siyasî û rewşa geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê, amadehiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo girêdana pêwendiyekî berhemdar li navbera her du alî da derbirî.

Serok Komarê Macarîstanê vekirîbûna hemû dergehên welatê xwe ji bo pêwendiya dîplomatî û danustandina aborî û bazirganî û kulturî û guherîna şarezayiyê dûpatkir û piştgîriya xwe û welatê xwe jî ji bo doza siyasiya gelê Kurdistanê û paşarojeke hêja bi xebat û qurbanîdana wî gelî nîşanda.
Top