Li Koşka Serokayetiya Komar Serok Komarê Macarîstanê pêşwaziya Serokê Herêma Kurdistanê kir
Paşê bi serpereştiya her du Serok û bi beşdarbûna hejmarek ji berpirsên siyasî û îdarî ya her du aliyan civînek hate li darxistin.
Serok Komarê Macarîstanê xweşhaliya xwe bi hevdîtina Serok Barzanî derbirî û yekemîn hevdîtina li gel serkirdeyekî Kurdistanê bi dîrokî wesif kir û hêvî jî xwest serdan û guftûgoyên wan berhemdar bê.
Paşê li dirêjahiya civînê de behsa pêwendiya di navbera Hewlêr û Budapeşte û çawayiya pêşxistin û rêkxistina wan pêwendiyan hate kirin. Serok Komar amadehiya welatê xwe ji bo pêkanîna pêwendiyekî her du alî ya siyasî û aborî û kulturî li gel Herêma Kurdistanê da nîşan da.
Serok Barzanî ji bilî behskirina rewşa aramî, siyasî û rewşa geşbûna aboriya Herêma Kurdistanê, amadehiya xwe û Herêma Kurdistanê ji bo girêdana pêwendiyekî berhemdar li navbera her du alî da derbirî.
Serok Komarê Macarîstanê vekirîbûna hemû dergehên welatê xwe ji bo pêwendiya dîplomatî û danustandina aborî û bazirganî û kulturî û guherîna şarezayiyê dûpatkir û piştgîriya xwe û welatê xwe jî ji bo doza siyasiya gelê Kurdistanê û paşarojeke hêja bi xebat û qurbanîdana wî gelî nîşanda.
