Moqteda Sedr, Kurd di Petrola Iraqê de Xodan Pişke
Moqteda Sedr rêberê bizava Sedr ku alîyekî serekîyê Hevpeymanîya Niştîmanî ya şîeyîyên Iraqê ye, di bersiva pirsyara yek ji şûnkewtîyên xwe de di bareya qeyrana hinardina petrolê ya navbera herêma Kurdistanê û Bexdadê de, weha helwêsta xwe ragihandiye, ku ´´ Hemû takekê Kurd maf û pişka xwe di petrolê de heye.´´
Moqteda Sedr weha jî dide xuyakirin, ku ´´ hukûmeta Iraqê mafê ewê çendê nîne ku rêgirîyê bo Kurdan dirist bike.´´
Sedr di berdewamîya bersiva xwe de wiha ragiahndiye, ku ´´ petrola Iraqê bo Iraqê û hemû Iraqîyane û hemû takek pêywîste ku pişka xwe hebe.´´
