• Saturday, 07 February 2026
logo

Lîsteya Îraqiye Piştgîriya Daxwaza Serok Barzanî Dike

Gulan Media April 11, 2012 Nûçe
Lîsteya Îraqiye Piştgîriya Daxwaza Serok Barzanî Dike
Duh lîsteya Îraqiye bi Serokatiya Dr. Eyad Elawî ragihand ku, piştgîriya daxwaza Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî bo komnûna tevahiya Serokên aliyên siyasî yên Îraqê dike.

Lîsteya Îraqiye di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa paşeroja Îraqê jî kiriye û di vê derbarê de jî gotiye paşeroja Îraqê gelek nediyar û aloze jiber ku, kêşeyên heyî gelek alozin û eger peymannameya Hewlêrê neyî cîhbicîhkirin vê hîn jî aloztir bibe.

Di vê derbarê de jî Şewirmendê lîsteya Îraqiye Hanî Aşûr diyar kiriye ku, Serokê Kurdistanê xwedan destpêşxeriya Hewlêrêye û li gorî vê destpêşxeriya han Hikûmeta niha ya Îraqê hatiye damezrandin lewre hest bi berpirsiyartî dike lewre dizane ku, danûstandin rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyiye.

Nav hatî herwiha ev yek jî diyar kiriye ku, lîsteya wan bi her awayî piştgîriya daxwaza Serok Barzanî bo kombûna aliyên siyasî yên Îraqê bo giftûgo kirin û çareser kirina kêşeyên heyî dike.
Top