Lîsteya Îraqiye Piştgîriya Daxwaza Serok Barzanî Dike
Lîsteya Îraqiye di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa paşeroja Îraqê jî kiriye û di vê derbarê de jî gotiye paşeroja Îraqê gelek nediyar û aloze jiber ku, kêşeyên heyî gelek alozin û eger peymannameya Hewlêrê neyî cîhbicîhkirin vê hîn jî aloztir bibe.
Di vê derbarê de jî Şewirmendê lîsteya Îraqiye Hanî Aşûr diyar kiriye ku, Serokê Kurdistanê xwedan destpêşxeriya Hewlêrêye û li gorî vê destpêşxeriya han Hikûmeta niha ya Îraqê hatiye damezrandin lewre hest bi berpirsiyartî dike lewre dizane ku, danûstandin rêya herî baş bo çareser kirina kêşeyên heyiye.
Nav hatî herwiha ev yek jî diyar kiriye ku, lîsteya wan bi her awayî piştgîriya daxwaza Serok Barzanî bo kombûna aliyên siyasî yên Îraqê bo giftûgo kirin û çareser kirina kêşeyên heyî dike.
