• Friday, 06 February 2026
logo

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Komar, Serok Wezîr, Wezîrê Derve û Wezîrê Aboriya Niştîmaniya Macarîstanê re civiya

Gulan Media April 11, 2012 Nûçe
Serokê Herêma Kurdistanê li gel Serok Komar, Serok Wezîr, Wezîrê Derve û Wezîrê Aboriya Niştîmaniya Macarîstanê re civiya
Birêz Mesûd Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê li Budapeşteya paytexta Macarîstanê li gel Serok Komar, Serok Wezîr, Wezîrê Derve û Wezîrê Aboriya Niştîmaniya welatê Macarîstanê re civiya.


Weke tê zanîn Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî piştî bi dawî hatina serdana xwe ya ji bo Amerîkayê, serdana Hengariyayê jî kir û ji aliyê Rayedarên vê welatî ve hate pêşwazîkirin.

Duh jî Serokê Kurdistanê birêz Mesûd Barzanî li Budapestê bi Serokkomar û Serokwezîrê vê welatî û hijmareke din ji Rayedarên Hengariyayê re civiya û di civînan de çendîn babetên girîng û herwiha peyvendiyên heyî yên di navbera her dû welatan de û çawetiya bihêztir kirina peyvendiyên han jî hatin nîqaşkirin.
Top