Ki-Mon ji ber kuştina penaberên Sûriyê li Tirkiyê bêzar e
Raportan xuya kir ku ji ber gulebarana hêzên rejîma Sûriyê bi ser kampa penaberan ya li Kilisê di nav erdên Tirkiyê de 2 kesan canê xwe ji dest da û nêzîk 20 kesan jî birîndar bûn.
Her wiha Ban Ki-Mon gulebarana hêzên Sûriyê bi ser erdên Libnanî de rexne kir ku bûye hoya kuştina rojnamevanekî Libnanî.
Ban Ki-Mon ev rexne li rejîma Sûriyê kirin, hevdem digel amadekariyên xwe bo serdana kampên penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê û biryar e ji wir Mon berê xwe bide Îran bo gengeşekirina keysa Sûriyê.
AKnews
