• Friday, 06 February 2026
logo

Ki-Mon ji ber kuştina penaberên Sûriyê li Tirkiyê bêzar e

Gulan Media April 10, 2012 Nûçe
Ki-Mon ji ber kuştina penaberên Sûriyê li Tirkiyê bêzar e
Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî (NY) ji ber kuştina 2 penaberên Sûrî di kampa nav axa Tirkiyê de bêzar e.

Raportan xuya kir ku ji ber gulebarana hêzên rejîma Sûriyê bi ser kampa penaberan ya li Kilisê di nav erdên Tirkiyê de 2 kesan canê xwe ji dest da û nêzîk 20 kesan jî birîndar bûn.

Her wiha Ban Ki-Mon gulebarana hêzên Sûriyê bi ser erdên Libnanî de rexne kir ku bûye hoya kuştina rojnamevanekî Libnanî.

Ban Ki-Mon ev rexne li rejîma Sûriyê kirin, hevdem digel amadekariyên xwe bo serdana kampên penaberên Sûriyê yên li Tirkiyê û biryar e ji wir Mon berê xwe bide Îran bo gengeşekirina keysa Sûriyê.

AKnews
Top