Rojek xwînî li Sûriyê: 160 kes hatin kuştin
Desteya Giştî ya Şoreşa Sûriyeyê belav kir ku duhî, 160 kesên din li çend navçeyên Sûriyeyê hatine kuştin, piraniya wan li bajarê Heleb, Hema û Humsê ne.
Di vê barê de Nûnerê NY berî bidawîhatina erka wî li Sûriyê, banga dawî ji bo Hikûmeta Sûriyê şand ku tundûtûjî û kuştinê rawestîne.
Salek derbaz bû li ser destpêkirina xwepêşandan û raperîna gel li Sûriyê li dijî rejîm û desthilatê ku heta niha ji ber tepisandina xwepêşandanan ji aliyê hêzên rejîmê ve di bûyeran de zêdetirî 10 hezar kesî ji welatiyên sivîl canê xwe ji dest dane.
AKnews
