Serokê Herêma Kurdistanê peyameke serxweşiyê pêşkêşî malbata xwedê jêrazî Dr. Eşref Kurdî kir
Malbata Xwedê jêrazî Dr Eşref Kurdî
Silav û rehmet û bereketa xweda li we bin
Bi dilekî bawerî bi qeza û qedera xwedê, me nûçeya koça dawiya kesayetiyê navdarê Kurdê Urdinî birayê xwedê jêrazî Dr Eşref Kurdî bihîst.
Bi vê xemgîniyê pirse û serxweşiyê ji birayê xwe qebul bikin. Ji xwedayê mezin hêvîdarîn xwedê jêrazî bixe ber dilovaniya xwe û bi bihûşta xwe ya fireh şad bike û sebirê jî bi we û hemû dostên we bide.
Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)
Mesûd Barzanî
Serokê Herêma Kurdistanê
09.04.2012
Hêjayî gotinêye ku xwedê jêrazî pizîşkê pîsporê demar û mejî bû û sala 1993 Endamek ji Encûmena Pîrên Urdin bû û sala 1997 li hikûmeta Dr Ebdulselam Mecalî Wezîrê Tendirustî û Çavdêrê Tendirustiyê bû.
Her wiha Yaser Arefat Serokê berê yê Filistînê xwedê jêrazî bi pizîşkê taybetiya xwe destnîşan kiribû û Serokê Beşa Xizmetguzariyê Pizîşkî yê Mîrekiya Urdin û Emîndarê Giştî ya Yekîtiya Pizîşkên Ereb yê Zanista Demar û Cîgirê Yekîtiya Cîhanî Zanistiyên Demar bû.
