• Friday, 06 February 2026
logo

Rewşa Baş Ya Kurdistanê Kompaniyên Mezin Bo Hêlbirînê Teşwîq Dike

Gulan Media April 10, 2012 Nûçe
Rewşa Baş Ya Kurdistanê Kompaniyên Mezin Bo Hêlbirînê Teşwîq Dike
Li gorî raportekî Govara Forbes ya Amerîkayê rewşa baş ya ewlekarî a Kurdistanê dibe sedema teşwîq kirina kompaniyên mezin yên Cîhanê bo beşdarî kirina di prosesa hêlbirînê ya li Kurdistanê de.

Di beşeke din ya rapora Govara nav hatî de hatiye ku, her çend hîn jî hijmarek kompaniyên petrolê di derbarê beşdarî kirin di hêlbirîna petrolê li Kurdistanê de xwedan fikarin lê kompaniyên mezin weke Exxom mobil û Shifron hewldanên xwe yên ji bo hilbirîna petrolê li Kurdistanê de didomînin.

Di berdewamiya vê raporta han de hatiye ku, her çend di navbera Hewlêr û Bexdayê de di derbarê petrolê de kêşe heye lê kompaniyên mezin yên weke Exxom mobil berdewamin û li Kurdistanê de kar dikin.
Top